10:30 23 Nîsan 2018
    Sîxur

    ‘29 kesên ku sîxurî ji Tirkiyeyê re dikirin hatin binçavkirin'

    © AP Photo / Ryan Moore/WDAM-TV
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dozgerên Misrî, 29 kes bi îdîaya ku ji dewleta Tirkiyeyê re sîxuriyê dikin binçavkirin. Li gorî dozgeran ev 29 kes dibe endamên rêxistina Birayên Misilman bin.

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Misrê (MENA), 29 kes bi îdîaya ku ji dewleta Tirkiyeyê re sîxuriyê dikin û endamê rêxistina Birayên Misilman in bi dîrektîfa dozger Nebîl Sadek hatin binçavkirin.

    Dozgerê Misrî ji xeyrî tohmeta sîxuriyê 29 kes bi îdîaya ku rewakirina perê reş û qaçaxiya dolar û euro jî dikin tohmet dike. Dozger eşkere nekir ev 29 kesên ku hatine binçavkirin ji kîjan welatî ne.

    Serokomarê Misrê yê berê Muhammed Mursî ku ji rêxistina Birayên Misilman bû di sala 2013an de bi derbeyeke leşkerî ji kar hatibû dûrxistin û ji wê demê ve têkiliyên Misir û Tirkiyeyê bi problem in. Piştî derbeya leşkerî rêvebiriya Misrê rêxistina Birayên Misilman wekî rêxistineke terorîst îlan kir û hemû berpirsên wê girtin.

    Bi heman mijarî:

    Misir: Lihevkirin pêk were em ê serxwebûna Kurdistanê nas bikin
    Misir: "Me leşker neşandine Sûriyeyê"
    Misir: Em hevî dikin ku firînên bi Rûsyayê re heta dawî ya sale ji nû ve dest pê bike
    Misir îdiayên derbarê baregeha rûs derewand
    Misir: Me berpirsyarê DAIŞê yê şaxa Sînayê kuşt
    Misir: Yek ji serokên Biraderên Misilmanan Muhammed Kemal hate kuştin
    Etîketan:
    Li Misrê 29 kes bi tohmeta sîxuriya Tirkiyeyê hatin binçavkirin, Nebîl Sadek, Tirkiye, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de