14:55 22 Gulan 2018
    Balafir

    Balafiran 10 wesayîtên teqemenî û çekhilgir li sînor bombebaran kirin

    © REUTERS / Hamad I Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastin a Misrê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li sînorê Libyayê 10 wesayîtên çekhilgir hatin îmhakirin.

    Wezareta Parastin a Misrê di daxuyaniya xwe de got: "10 wesayîtên teqemenî û çekhilgir berî ku ji sînorê Libyayê derbasî Misrê bibe ji aliyê balafirên Hêza Hewayî yên Misrê ve hatin îmhakirin."

    Li gorî daxuyaniya wezaretê, operasyona navborî bi kordînasyona saziya îstîxbarata leşkerî û Hêzên Hewayî yên Misrê ve hat encamdan.

    Di van çend salên dawî de li ser sînorê Libya û Misrê qaçaxvaniya însan, çek û teqemenî pir zêde bûye û hêzên ewlehî yên Misrê ji bo rê li ber vê qaçaxiyê bigre bergiriyên xwe yên ewlehî berfireh kirine.

    Bi heman mijarî:

    Baxçeya gorên 4 hezar salî li Misrê hat dîtin
    Li Misrê êrîş: 8 polîsan can da, 3 jî birîndar bûn
    Misrê hemû malbata Mursî xiste ‘lîsteya terorîstî'
    DAIŞê ji Sinaya Misrê moşek avêtin Îsraîlê
    Li Misrê şer derket: Herî kêm 10 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Wezareta Parastin a Misrê, Libya, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de