17:42 18 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Tîrkîye û YPG

    Rojnameya Erebî: Tirkiye amade ye li dijî Kurdan bi Esad re li hev bike

    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Rojnameya Erebî ya bi navê El Quds El Erebî diyar kir di mijara Sûriyeyê de ji bo Tirkiyeyê avakirina rêveberiyeke Kurdî xeta sor e û çarenivîsa Esad ji bo Tirkiyeyê wê ne girîng be.

    Rojnameya Erebî ya bi navê El Quds El Erebî di nûçeyeke xwe ya analîzî de di warê çareseriya kêşeya li Sûriyeyê de îdia kir ku ji aliyê Rûsya, Tirkiye û Îranê ve ‘Înisiyatîfa Aşitiyê' hatiye pêkanîn û got, Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bo vê yekê çûye Rûsyayê. Herwisa hat diyarkirin ku Tirkiye amade ye di warê gelek mijaran de bi Esad re li hev bike lê li beramberî vê yekê ji bo rêveberiyeke Kurdî neye avakirin, xerentiyê dixwaze.

    Rojnameyê derbirî ku ji destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û vir ve Tirkiyeyê daxwaz dikir ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Esad ji ser rêveberiyê biçe lê piştî salan ji ber guherînên di warê hevsengiyên siyasî û leşkerî de avabûna rêveberiya Kurdî ya li ser sînor ji bo Tirkiyeyê bû ‘xeta sor' û li dijî avabûna rêveberiya Kurdî amade ye li ser gelek mijaran bi Esad re li hev bike.

    Bi heman mijarî:

    Profesorê tirk: Dibe Tirkiye YPGê qebûl bike
    Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser gavên ji bo bidawîanîna DAIŞ û El Nûsrayê li hev kir
    Rûsya: Beşdarbûna kurdan a kongreyê dê di civîna Rûsya, Tirkiye û Îranê de were nirxandin
    Serokomariya Tirkiye: Êdî wext hatiye ku em, endamtiya xwe ya NATO darîçav bikin
    Etîketan:
    amade, kurd, Serokê Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de