13:33 18 Kanûn 2017
Zindî
    Hasan Nasrallah

    Nasrallah: Projeyên parçekirina Sûriyê têk çûn

    © AFP 2017/ STR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah ragihand ku Hizbullah li Iraq û Sûriyê di têkbirina DAIŞê de roleke mezin leyîstiye û got, projeyên parçekirina Sûriyê hatiye têkbirin.

    Serokê Hizbullahê Nasrallah di axaftina xwe ya ku Erebîstana Siûdî bi êrîşên ser Yemenê û hevkariya bi Îsraîlê re tawanbar kir de, herwiha bal kişand ser ku Hizbullahê di têkbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê de roleke mezin leyîstiye.

    'PROJEYÊN PARÇEKIRINA SÛRIYÊ TÊK ÇÛN'

    Hesen Nasrallah serkeftina kontrolkirina Ebû Kemalê li Sûriyê bi bîr xist û got, yekparçeyiya Sûriyê hatiye parastin û projeyên parçekirina Sûriyê têk çûn e.

    Serokê Hizbullahê da zanîn ku wan gelek fermandar û çekdarên xwe şandine Iraqê ji bo şerê DAIŞê bikin û da xuyakirin, çekdarên wan hîn jî li wê derê ne û gelek ji wan jî di şer de hatine kuştin.

    Nasrallah xwest ku bangên rawestandina êrîşên Erebîstana Siûdî yên bi ser Yemenê werin kirin û got, bi milyonan Yemenî ji ber êrîşan ji nexweşîna Kolerayê dimirin.

    Nasrallah hebûn û bikaranîna moşekên balîstîkî ji aliyê Hizbullahê ve red kir û Siûdî bi hevkarî û hevdîtinên bi Îsraîlê re tawanbar kir.

    Bi heman mijarî:

    Dê ji bo Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an kartên mêvanan bên dayîn
    Qubad Talebanî: Divê YNK ji bo yekparçeyîya Kurdistanê xebatê bike
    Li Pasûr a Amedê qedexe hat rakirin
    Trump Koreya Bakur xiste lîsteya ‘welatên ku piştgiriya terorê dikin'
    Civîna Encumena Kerkûkê bo demeke nediyar hat paşxistin
    Li Diyarbekirê kêlikên tirban guherandin
    Barzanî: Dadgeha Federalî ne Destûrî ye, diviyabû li 2005an bê hilweşandin
    Ji bo FIFA 2018 a li St. Petersburgê, hezar jûrên din têne vekirin
    Etîketan:
    Lubnan, Sûriye, Iraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de