11:23 22 Sibat 2018
Zindî
    leşkerên îsraîl-îsraîl

    Wezîrê îsraîlî: Telavîv û Riyad bi dizî hevdîtinan dikin

    © Foto: AA/Arşîv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Enerjî yê Îsraîlê Yuval Steinitz di axaftina xwe de ragihand ku Riyad û Telavîv li hemberî metirsiya Îranê bi dizî di hevdîtinan pêk tînin.

    Wezîrê Enerjî yê Îsraîlê Yuval Steinitz di axaftina xwe ya radyoyê artêşa Îsraîlê de sedema hevdîtinên dizî yên navbera herdu welatan eşkere kir û got: "Bi gelek welatên misilman û yên ereb re hevdîtinên me yên veşartî hene. Ew dixwazin ev têkilî veşartî bimînin. Ji bo me ti pirsgirêk tuneye, lê yên beramberî me vê dixwazin û em jî rêzê nîşanî vê helwesta wan didin."

    Yuval Steinitz di berdewamiya axaftina xwe de got: "Têkiliya dîplomatîk a welatê me bi Erebîstana Siûdî re tuneye, em herdu welat jî di mijara Îranê de bi endîşe ne, lewma em vê têkiliyê bi veşartî pêk tînin."

    Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Gadî Eisenkot jî hefteya borî hevpeyvînek dabû rojnameya Îlaf a Erebîstana Siûdî û gotibû: "Em amade li hemberî Îranê pisporî û îstîxbarata xwe bi Erebîstana Siûdî û hinek welatên ereb re parve bikin."

    Bi heman mijarî:

    Îsraîlê asteng danîn ber siyasetvanên frensî
    Serokê Heyeta Ulemayên Siûdî ji bo Îsraîlê fetwayek derxist
    Îranê bertek nîşanê Erebistana Siûdî û Îsraîlê da
    Wezîra ku hevdîtinên nepen bi Îsraîlê re kiribû îstîfa kir
    Rûhanî: Bijartina dostaniya Amerîka û Îsraîlê şaşiya Erebistanê bû
    Piştî îstîfaya Herîrî ji Îsraîlê bo Îranê banga duyemîn
    Etîketan:
    Wezîrê Enerjî yê Îsraîlê, Yuval Steinitz, Erebîstana Siûdî, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de