13:48 18 Kanûn 2017
Zindî
    Zîrweya Yekîtiya Erebî

    Yekîtiya Erebî Hizbullah bi terorîsî bi nav kir

    © REUTERS/ Mohammad Hamed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Yêkîtiya Welatên Erebî li ser daxwaza Erebîstana Siûdî ji bo mudaxeleya Îranê ya herêmê li bajarê Kahîre ya Misrê civiyan.

    Civîna Wezîrên Derve ya Yekîtiya Welatên Erebî li navenda rêxistinê li Kahireyê pêk hat. Yekîtiya Erebî Îran bi peydekirina moşekan bo husiyan tohmetbar kir û xwest li hemberî mudaxeleya Tehran a herêmê helwesteke hevpar a welatên erebî were pêşxistin.

    Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Erebî Ehmed Ebû Geyt di axaftina xwe ya vekirina civînê de Îran tohmetbar kir û got: "Tehran moşekan ji husiyan re peyde dike. Ji destpêka şerê Yemenê heta niha 332 moşekên balîstîk hatin bikaranîn. Ev öoşek hemû ji kanayekê derdikevin, ew jî Îran e. Îran li welatên erebî piştgiriya gelek hêzên milîs dike."

    Wezîrê Derve yê Bahreynê Xalid bin Ehmed El Xelîfê jî di axaftina xwe de got: "Îran ewlehiya neteweyî ya welatên ereban tehdît dike. Gelek baskên Îranê li herêmê hene. Yek ji van jî rêxistina terorîst a Hizbullahê ye."

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Erebî: Ev hewla Amerîkayê nayê qebûlkirin
    Îdîaya ku Yekîtiya Erebî dibe Esad vexwîne civînê
    Yekîtiya Dewletên erebî daxwaz kirin ku Tirkiye leşkerên xwe ji Iraqê bikişîne
    Yekîtiya Erebî ji bo Golanê dicive
    Yekîtiya Erebî rêxistina Hizbûllahê xiste lîsteya terorê
    Etîketan:
    Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Erebî, Ehmed Ebû Geyt, Kahire, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de