13:50 18 Kanûn 2017
Zindî
    Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Liberman

    Îsraîl: Pêwistiya Rojhilata Navîn herî zêde bi koalîsyona li dijî Îranê heye

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îsraîl li hemberî Îranê hewldanên xwe yên ji bo nêzîkbûna ‘cîhana Ereban a nerme' didomîne. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Aigdor Liberman ‘serokên Ereb ên nerm' vexwend Îsraîlê.

    Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Aigdor Liberman li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek parve kir û di wê peyama xwe de ji bo hevkariya li dijî Îranê ‘serokên Ereb ên nerm' vexwend Qudsê.

    Liberman beriya roja salvegera serdana Serokomarê berê yê Misirê Enver Sedat a ji bo Îsraîlê ev daxuyanî da û bang li serokên Ereban kir ku bidin ser şopa Sedat. Liberman ev tişt gotin: "Enver Sedat mirovekî wêrek bû û rê vekir ku serokên din ên Ereb jî girîngiya peywendiya stratejîk a li gel Îsraîlê fêm bikin. Îro, 40 salan piştî serdana dîrokî ya ji bo Îsraîlê, ez bang li serokên herêmê dikim ku bidin ser şopa Sedat û werin Qudsê, daku em rûpeleke nû vekin. Niha pêwistiya Rojhilata Navîn zêdetir bi koalîsyona welatên nerme ya li dijî Îranê heye."

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl: Em ê bi tena serê xwe li hember Îranê rabin
    Îsraîl: NHBeya ku li Golanê hat xistin ne çêkera Rûsyayê ye
    Telavîv: Yan ê peymana nûkleerî hilweşe yan jî Îsraîl wê li hemberî Îranê şer ragihîne
    Îsraîl: Armanca me ya pêşî rêgirtina zirardayîna kurdan e
    Hizbullah: Bi destkeftên nû re Amerîka û Îsraîl li Iraqê şikestin
    ‘Îsraîl ji bo perçekirina Iraqê referandûm bi kurdan da kirin'
    Etîketan:
    pêwistî, koalîsyon, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Avigdor Liberman, Rojhilata Navîn, Îran, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de