22:41 17 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Iraq: Ji bo hevdîtina bi şanda Kurdistanê re ti rêkeftin çênebûye

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Saed el Hedîsî ragihand, “Hîn ji bo hevdîtina şandên Bexda û Hewlêrê ti rêkeftineke siyasî çênebûye.”

    Hedîsî ji Spûtnîkê re da xuyakirin ku ji bo destpêkirina dîyaloga siyasî pêwîstî bi guncawbûna şert û mercan heye.

    Berdevkê hikûmeta Iraqê herwiha got, "Ger daxwaza aliyê herêma Kurdistanê ji bo danûstandinên siyasî hebe, em amade ne li ser xweşkirina şert û mercan bixebitin. Ji bo diyalogê mijarên teknîkî û leşkerî hene. Bi baweriya min ev rêyeke rast e ji bo danûstandina di asta hikûmetê de."

    Hedîsî bang li Herêma Kurdistanê kir ku ji bo kontrolkirina dergehên sînorî û petrolê serweriya Iraqê di çarçoveya destûrê de nas bike û got, "Em hewildanên herêmê yên li ser van gotinên min, bi kêfxweşî pêşwazî dikin."

    Bi heman mijarî:

    Iraq: DAIŞ ji aliyê leşkerî ve qediya
    Demirtaş nivîsî: Dê dahatên kitêba min ji bo perwerdehiya zarok û gêncan werin xerc kirin
    Dr. Xefur Remezan: Barzanî ti caran nebûye darê destê welatên herêmê
    Fransa: Hevpeymanî li dijî peymana bi DAIŞê re bû
    Meclîsa Kerkûkê 21ê Mijdarê dicive
    Tehran: Mossadê hewl daye bernameya navokî ya Îranê têk bibe
    Brett McGurk û Berhem Salih li Hewlêrê civiyan
    Etîketan:
    İraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de