02:38 28 Gulan 2018
Îsraîl

Telavîv: Bila herkes fêhm bike em destûrê nadin

© REUTERS / Ammar Awad
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Avîgdor Lîberman di axaftina xwe de ragihand ku em rê nadin hebûna hêzên leşkerî yên Îranê li nava xaka Sûriyeyê, bila herkes vê bizani be.

Avîgdor Lîberman serdana navçeyeke sînorî ya li bakurê Îsraîlê kir û di daxuyaniya xwe ragihand ku Îsraîl ti deman rê nade ku Sûriye bibe xeteke din a cebheya Îranê û hêzên nêzîkên wî welatî li dijî Telavivê. Serbazên artêşa Îsraîlê di amadebaşiyeke temam de ne ji bo bersivdayîna her cure gefeke bo ser wî welatî.

Lîberman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Du seetan em li ser sînorê bakurê Îsraîlê geriyan. Hêza parastina Îsraîlê ji bo her senaryoyekê bi başî amade ye. Mafê me heye ku em bersivê bidin û rêya me jî ji bo asayişa Îsraîlê xuya ye. Ya ku pêwendî bi Iranê re heye, em rê nadin Iranê di nav Sûriyê de hebe û rê jî nadin Sûriyê bibe hêleke bereya şîe li dijî dewleta Îsraîlê. Her kesek heta niha fêm nekiriye, divê fêm bike."

Bi heman mijarî:

Îsraîl: NHBeya ku li Golanê hat xistin ne çêkera Rûsyayê ye
Îsraîl: Em ê bi tena serê xwe li hember Îranê rabin
Telavîv: Yan ê peymana nûkleerî hilweşe yan jî Îsraîl wê li hemberî Îranê şer ragihîne
Îsraîl: Armanca me ya pêşî rêgirtina zirardayîna kurdan e
Hizbullah: Bi destkeftên nû re Amerîka û Îsraîl li Iraqê şikestin
Etîketan:
Wezîrê Parastin ê Îsraîle, Avigdor Liberman, Îran, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de