23:20 24 Hezîran 2018
Benyamin Netanyahu

Îsraîl: Em ê bi tena serê xwe li hember Îranê rabin

© REUTERS / Jonathan Ernst
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû diyar kir, ger Îran çekên nukleerî bi dest bixe û Sûriyê jî bike bingeha xwe ya leşkerî, ew amade ne bi serê xwe li hember Îranê rabin.

Li gor nûçeya medya Îsraîlê Netanyahû di civîna Cemaetên Cihû yên li Amerîkayê de, Îran bi sûdewergirtina ji pevçûnên li Sûriyê tawanbar kir û got, "Ew Sûriyeyî ji bo tunekirina Îsarîlê wekî bingeheke leşkerî bikar tînin."

Netanyahû bang li civaka navdewletî kir ku bersiveke hevbeş li dijî êrîşkariya Îranê bidin û got, ‘Dê îran nikaribe çekên nukleerî bi dest bixe û Sûriyê jî li hemberî Îsraîlê nikaribe bike bingeheke leşkerî."

Netanyahû herwiha spasî li Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku amadehiya xwe ya sererastkirina peymana nukleerî ya bi Îranê re ragihandibû.

Bi heman mijarî:

TSK: Li Bakurê Iraqê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
Dê cerdevan jî êdî bibin leşkerên efser
Barzanî pirsa Kosret Resûl kir
YE: Daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê piştevaniya yekîtiya Iraqê dike
Rûsya: Di Radyoya Dengê Amerîkayê de nîşaneyên ‘ajanên biyanî’ hene
Soylu: Em ê biçin li serê Qendîlê rûnin
Etîketan:
Îran, Îsraîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de