01:05 22 Hezîran 2018
Seed El Heriri

Herîrî: Di nava 2 rojan de ez dê vegerime Libnanê

© AFP 2018 / MIDO AHMED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî yê ku li Erebîstana Siûdî îstîfa kiribû li ser twitterê ragihand ku dê di nava 2 rojan de vegere welatê xwe.

Seed Herîrî yê ku 4ê mijdarê îstîfaya xwe ragihandibû lê îstîfaya wî nehatibû pesendkirin li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku dê di nava 2 rojan de vegere Libnanê.

‘EZ BAŞ IM'

Herîrî di peyama xwe got, "Rêhevalno merheba. Ez sax û selamet im. Xwedê bê erê ez dê di nava 2 rojan de li Libnanê bim."

Ji hêla din ve hêjayî biîrxistinê ye ku Televîzyona 'Future TV' ku Harîrî xwediyê wê ye derbarê mijarê de daxuyanî dabû. Televîzyonê eşkere kiribû ku Herîrî ji Riyadê veqetiye û dê biçe Ebû Dabî paytexta Mîrektiyên Ereban û li wir bi Prensê Welîaht Mihammed bîn Zeyd ele Nahyan re hevdîtinan pêk bîne.

 

Bi heman mijarî:

Ji bo DYA piştgiriya xwe ya Kurdistanê bibire, çi ji Bexdayê stend?
'Aliyên navdewletî li Iraqê ji bo diyalogê tu fişarê nakin'
Dadgeha Bilind a Iraqê biryara xwe ya li ser Necmedîn Kerîm eşkere kir
Erdogan ji Pûtîn çi xwest û çi wergirt
Lavrov: Me soz nedaye ti kesî ku hêzên Îran piştgiriya wan dike ji Sûriyeyê vekişin
McGurkî helwesta xwe ji bo daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir
Etîketan:
Rêveberiya Libnanê, îstîfa, Seed Herîrî, Erebistana siûdî, Libnan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de