09:55 20 Nîsan 2018
    Leşkerên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê

    Berdevkê hevpeymanê: Divê ji bo civînê em peywendiyê li gel pêşmerge deynin

    © AP Photo / Mindaugas Kulbis
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Hêzên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon diyar kir ku ew çavdêriya di navbera hevdîtinên hêzên Iraqî û Pêşmerge de dikin û ji bo şerê li dijî DAIŞê jî got, "Niha 96 ji axa di bin destê DAIŞê de hatiye kontrolkirin."

    Tê payîn ku di 15ê Mijdarê de civîna Hevpeymana Navdelwetî ya li dijî DAIŞê li Urdinê were lidarxistin lê heta niha diyar nebûye ku Hêzên Pêşmerge dê beşdar bibe an na.

    Li gorî nûçeyeke Rûdawê Berdevkê Hêzên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon bal kişand ser vê civînê û got, "Divê em peywendiyê li gel Pêşmerge deynin, da ku behsa beşdarbûna wan a wê civînê bikin."

    Berdevkê hevpeymanê diyar kir ku ev 3 sal in ew li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer dikin û got, "Wekî hevpeymanê em dikarin nêzikî 96 ji sedê axa bi navê xîlafeta DAIŞê kontrol bikin û nêzikî 6 milyon û 900 hezar Iraqî û Sûriyeyiyan azad bikin."

    Dillon li ser hevdîtina di navbera hêzên Iraq û Pêşmerge de jî ev tişt anîn ziman, "Em çavdêrî û hewl didin ji bo guftûgoyên navbera hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge de, ku bila rêya nearamiyê were girtin."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Navxweyî yê Iraqê: Zêdetirî 2 milyon îranî serdana Iraqê kirin
    Ebdullah: Dixwazin destûra Iraqê biguherînin û parlamenterên kurd siza bikin
    ‘Qasim Silêmanî şêwirmendê hikûmeta Iraqê ye û li dijî referandûmê xebateke mezin kir'
    'Rêkeftineke destpêkî di navbera Îran û Iraqê de ji bo petrola Kerkûkê hat îmzekirin'
    Iraqê ji bankayên taybet xwest ku hemû beşên xwe yên Kurdistanê bigirin
    Etîketan:
    Berdevkê Hevpeymana Navdelwetî, Ryan Dillon, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de