07:59 20 Nîsan 2018
    Ala Îsraîlê

    Îsraîl: NHBeya ku li Golanê hat xistin ne çêkera Rûsyayê ye

    © Sputnik / Vladimir Astapkovich
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 00

    Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Konricus di axaftina xwe de ragihand ku Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) ku li Golanê hat xistin a artêşa Sûriyeyê ye.

    Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Konricus di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "NHBeya ku hat xistin a Sûriyeyê ye. Berê min gotibû NHBeya ku ji terefê Rûsyayê ve hatibû çêkirin me xist, lê di vekolîna berfireh de derket holê ku ev agahî şaş e."

    Jonathan Konricus di axaftina xwe de mikur hat ku hê jî menşeyê NHBeyê nayê zanîn.

    Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) ji aliyê artêşa Îsraîlê ve bi pergala parastina moşekan li çiyayên Golanê hat xistin.

    Hêjayî gotinê ye ku artêşa Îsraîlê berê çend caran li serê çiyayên Golanê NHBeyên rêxistina Hizbullahê ku ji aliyê Îranê ve hatibûn çêkirin xistibûn.

    Bi heman mijarî:

    Telavîv: Yan ê peymana nûkleerî hilweşe yan jî Îsraîl wê li hemberî Îranê şer ragihîne
    Îsraîl: Armanca me ya pêşî rêgirtina zirardayîna kurdan e
    Hizbullah: Bi destkeftên nû re Amerîka û Îsraîl li Iraqê şikestin
    ‘Îsraîl ji bo perçekirina Iraqê referandûm bi kurdan da kirin'
    Piştî Amerîkayê Îsraîl jî ji UNESCOyê vedikişe
    ‘Nêzîkî 200 pîlotên kurd li Îsraîl û Efrîqeya Başûr perwerdeyê dibînin'
    Etîketan:
    Berdevkê artêşa Îsraîlê, Jonathan Konricus, Sûriye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de