19:34 20 Nîsan 2018
    Yemen

    Balafiran avahiya Wezareta Parastinê bombebaran kirin

    © REUTERS / Stringer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balafirên şer ê Erebîstana Siûdî şevê din êrişeke hewayî birin ser avahiya Wezareta Parastin a Yemenê. Di êrişê de avahiyên derdorê jî hilweşiyan.

    Li gorî wêneyên ajansa Reutersê ku îro hatine belavkirin ji xeyrî Wezareta Parastinê gelek avahiyên derdorê jî xerabûne. Bi ronahiya sibê re hemwelatiyên yemeni li derdora avahiyên hilweşiyayî kom bûn.

    Yemenê hefteya borî bi moşekên balîstîk êrişî balafirgeha navneteweyî ya Riyada Erebîstana Siûdî kiribû, lê moşek berî ku bigihîjin balafirgeha Qral Xalid, pergala parastina moşekên Siûdî ew îmha kiribûn.

    Piştî êrişa Yemenê ya bi moşek li Erebîstana Siûdî krîzeke gendeliyê dest pê kir û 11 prens û 4 wezîr jî di nav de bi dehan wezîr û rêvebirên Siûdî hatin binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Koalîsyona Ereban hemû deriyên sînor bo Yemenê girtin
    Erebistana Siûdî: Em mafê bersivdana Îranê veşartî digrin, sînorên Yemenê hatin girtin
    Li Yemenê êrişa bombeyi: 9 kes jiyana xwe ji dest dan
    Hejmara miriyên kolerayê li Yemenê gihîşt hezar û 847 kesan
    Li Yemenê leşkerekî Siûdî hat kuştin
    Etîketan:
    Wezareta Parastin a Yemenê, Erebîstana Siûdî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de