19:44 22 Hezîran 2018
Sekreterê Giştî yê Hizbûllaha Libnanî Hesen Nesrellah

Serokê Hizbullahê: Herîrî li Erebistana Siûdî di girtîgeha malê de ye

© AP Photo / Bilal Hussein
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Hizbullahê Hesen Nesrellahî ragihand ku Serokwezîrê Libnanên Seed Herîrî li Erebistana Siûdî di girtîgeha malê de ye.

Piştî ku Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî di 4ê Mijdarê de ji Erebistana Siûdî îstîfa kir û êrîşî Îran û Hizbullahê kir, Serokê Hizbullahê Hesen Nesrellehî daxuyaniyek da û tê de got, siûdî Herîr di girtîgeha malê de digirin.

Nesrelleh îdîa kir ku Erebistana Siûdî şer li dijî gelê Libnanê û Hizbullahê daye destpêkirin û Riyad bi wê yekê tawanbar kir ku serokwezîrekî nû li ser xelkê ferz dike.

Serokê Hizbulahê teqez kir ku heqareta li Herîrî tê kirin, li hemû gelê Libnanê tê û bangî Herîrî kir ku zûtirîn dem vegere welatî

Ji aliyê din ve, Nesrellahî dewleta Îsraîlê jî xist nav axiftina xwe ku dewleta pêşî bû daxuyanî derbarê îstîfaya Herîrî de dida û got ku Erebistana Siûdî Îsraîlê sor dike daku li Libnanê xîne.

Nesrelleh îdîa kiribû ku Erebistana Siûdî li dû îstîfaya Herîrî ye.

Bi heman mijarî:

Li sînorê Îsraîl û Libnanê şer
Kurdên Libnanê li pêşiya avahiya NYê çalakî li dar xistin
Newroz li Libnanê hate pîrozkirin
Milîsên ji Îranê û Hizbûllaha Libnanê jî şerê kurdan dikin
Li Libnanê ji 106 endamên DAIŞ û El Nûsrayê re cezayê îdamê hat birîn
Etîketan:
Hizbullah, Hesen Nesrellah, Erebistana Siûdî, Libnan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de