15:35 21 Hezîran 2018
Serokwezîrê Lubnanê Saad Herîrî

Balyozê Rûsî yê li Lubnanê: Dibê ku em rewşa li Lubnanê bibin KENYê

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Rûsya yê li Lubnanê Aleksandr Zaspikin got, dibe ku em nediyarbûna siyasî ya li Lubnanê bibin Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY).

Balyozê Rûsya yê li Lubnanê Zaspikin di televîzyoneke Lubnanî de axivî û got, "Ger Saad Herîrî venegre Lubnanê û nediyarbûna bêyî daxuyanîdayinê berewam bike, dibe ku em mijarê bibin Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî." Zaspikin derbirî ku divê herkes li hemberî serweriya Lubnanê, ku bi îstifaya Herîrî nediyarbûna siyasî lê peyda bûye, rêzê bigire.

‘DAXWAZA EREBISTANA SIÛDÎ, DESTEWERDANEKE RASTERAST E LI HEMBERÎ KARÊN NAVXWEYÎ YÊN LUBNANÊ'

Zaspikin anî ziman ku niha hêj zû ye, ku mirov li ser çawabûna hikûmeteke nû li Lubnanê bipeyive û ev tişt gotin, "Erebistana Siûdî xwest ku Hîzbullah tevlî hikûmeta nû ya li Lubnanê nebe. Ev daxwaz, nayê wateya destewerdaneke rasterast li hemberî karên navxweyî yên Lubnanê? Ev helwesta Erebistana Siûdî, girîngiya hebûna Hîzbullahê di hikûmeta Lubnanê de zêde dike."

Balyozê Rûsî Zaspikin piştî îstifaya Herîrî di roja 7ê Mijdarê de bi Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebih Berrî re hevdîtin kiribû.

Bi heman mijarî:

ENKS: Rêkeftina Hizbûllaha Lubnanê û DAIŞê metirsdar e
Artêş û Hizbullahê herêmên sînorî yên Lubnanê kontrol kirin
Had îdiakirin ku ajanekî Îsraîlê li Lubnanê hatiye desteserkirin
Serokwezîrê Lubnanê: Îsraîl difikire ku li hemberî Lubnanê şer bide destpêkirin
Etîketan:
Serokwezîrê berê yê Lubnanê, Saad Herîrî, Lubnan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de