15:41 18 Kanûn 2017
Zindî
    Polîs

    Di dema derbasbûyîna wesayîta polîsan de êrişa bombeyî: 2 kuştî û 9 birîndar

    © AFP 2017/ Ahmed Abdel Fattah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê El Arîş ê girêdayî eyaleta Sinaya Misrê di dema derbasbûyîna wesayîta polîsan de êrişa bombeyî pêk hat, di êrişê de 2 polîs hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

    Li gorî çavkaniyên ewlehî, li bajarê El Arîşê bombeya ku di rêya navneteweyî de hatibû çandin di dema derbasbûyîna wesayîta polîsan de hat teqandin. Di teqînê de 2 polîs hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

    Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî yên Misrê, hêzên ewlehî yên el Arîşê berî bûyera teqîna bombeyî bi çend seetan çalakiyeke êrişî ya li hemberî noqteya ewlehî asteng kirin û di bûyerê de 4 êrişkar hatin kuştin.

    Midûriyeta ewlehî û artêşa Misrê ji Îlona 2013an ve li Sîna û gelek bajarên din li hemberî grûbên tekfîrî û terorîst operasyonan li dar dixe.

    Bi heman mijarî:

    Misir: Lihevkirin pêk were em ê serxwebûna Kurdistanê nas bikin
    Misir: "Me leşker neşandine Sûriyeyê"
    Misir: Yek ji serokên Biraderên Misilmanan Muhammed Kemal hate kuştin
    Misir: Em hevî dikin ku firînên bi Rûsyayê re heta dawî ya sale ji nû ve dest pê bike
    Misir îdiayên derbarê baregeha rûs derewand
    Etîketan:
    Li Misrê li hemberî polîsan êrişa bombeyî, Sîna, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de