14:56 19 Nîsan 2018
    Somalî - êrîş

    Li Somaliyê êrîşa bombeyî: Gelek kes mirin û birîndar bûn

    © REUTERS / Feisal Omar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Mogadîşû, paytexta Somaliyê bi wesayiteke bombebarakirî êrîş hat pêkanîn û li gorî zanyariyên pêşîn di encama êrîşê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyên bajêr hatine girtin, li dijî otela Naso Hablod a li bajarê Mogadîşûyê êrîşa xwekujiyê hat pêk anîn û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.

    Polîsan jî ragihand ku di navbera êrîşkaran û peywirdarên ewlehî yên otelê de şerê çekdarî derketiye û ligel vê êrîşê li nêzîkî parlamentoya berê ya welêt wesayiteke din a bombebarkirî hatiye teqandin.

    Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku Serokomarê Somaliyê Muhammed Ebdullah Fermacu û şandeyên herêmî li otelê dimînin.

    Herwisa hat destnîşankirin ku rêxistina terorê ya Eş Şebabê êrîşa pêşîn kiriye stûyê xwe lê hêj tu kesan êrîşa duyem li xwe negirtiye.

     

    Bi heman mijarî:

    Li febrîqeya fîşekên hewayî teqîn: 27 kuştî û 35 birîndar
    Li Mersînê teqîn li dijî wesayita polîsan: Bi dehan birîndar hene
    Li Colemêrgê teqîn: 2 leşkerên tirk can da
    Li Sêrtê teqîn pêk hat
    Li Tupraşê teqîn: 4 kes mirin 2 jî birîndar
    Etîketan:
    êrîşa xwekujiyê, Serokomarê Somaliyê, Muhammed Ebdullah Fermacu, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de