15:35 18 Kanûn 2017
Zindî
    Pakistan - êrîş

    Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 6 kes birîndar bûne

    © AP Photo/ Mohammad Sajjad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li parêzgeha Belûcistanê ya li Pakistanê di dema derbasbûna trêneke rêwiyan de bombeyek hat teqandin û di encamê de 6 kes birîndar bûne.

    Li gorî daxuyaniyên rayedarên ewlehî yên Pakistanê li ser rêya trêna ku ji bajarê Kettayê, paytexta Belucistanê diçû bajarê Lahorê bombeyek hat teqandin û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

    Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de vagoneke trênê rastî zirarê hat.

    Rayedarê rêyên hesin Amîr Belûc got, "Di encama êrîşê de vagonek û qismekî rayên trênê rastî zirarê hatin." Wî rayedarî daxuyand ku çûnûhatina trênan ji bo demekê hatiye rawestandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li sînorê Hindistan û Pakistanê şer: 3 kuştî û 3 birîndar
    Li Pakistanê êrişa bombeyî: 15 mirî 25 birîndar
    Serokwezîrê nû yê Pakistanê diyar bû
    Îranê moşek avêtin Pakistanê
    Li Pakistanê tankêr teqîya: 123 kes mirin
    Etîketan:
    êrîşa bombeyî, Amîr Belucî, Pakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de