22:46 12 Kanûn 2017
Zindî
    Robot

    Erebîstana Siûdî hemwelatîbûn da robotekî

    © AFP 2017/ Fabrice COFFRINI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Erebîstana Siûdî hemwelatîbûn da robota bi navê Sophie. Ev biryara Siûdî di dîroka cihanê de yekemîn e.

    Li paytextê Erebîstana Siûdî li Riyadê semînereke bi navê ‘Rahijmendiya Veberhênan Pêşerojê' hat lidarxistin. Siûdî di semînerê de hemwelatîbûn da robota bi navê Sophia.

    Li gorî nûçeya Independentê, moderatorê semînerê Andrew Ross Sorkis di axaftina xwe de bangî robota bi navê Sophia kir û got: "Tiştekî ku me niha bihîst em dixwazin bi we re jî parve bikin. Sophia hêvî dikim ku ti dengê min dibihîze. Ti bû yekemîn robota ku bi hemwelatînbûna Siûdî hat xelatkirin."

    ​Sophia jî bersiva banga Andrew Ross Sorkin kir û got: "Ez spasiya Erebîstana Siûdî dikim. Ji bo vê hemwelatîbûnê dilxweş û rûmet im. Li cihanê ez bûm yekemîn robota hemwelatî û ev dîrokî ye."

    Diyaloga navbera Sophia û moderatorê bernameyê Sorkin demekê wiha dewam kir.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em ê di nêzîk de bi Erebîstana Siûdî re peymana S-400î îmze bikin
    Rûsya û Erebîstana Siûdî ji bo S-400î li hev kirin
    Erebîstana Siûdî: Bi Rûsyayê re em ê têkiliyên xwe xurt bikin
    Erebîstana Siûdî û Rûsya li ser S-400an li hev kirin
    Li Erebîstana Siûdî operasyona sîxurên îranî: 39 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Erebîstana Siûdî hemwelatîbûn da robotekî, Andrew Ross Sorkis, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de