06:24 13 Kanûn 2017
Zindî
    İsrail Başbakanı Benyamin Netanyahu

    Telavîv: Yan ê peymana nûkleerî hilweşe yan jî Îsraîl wê li hemberî Îranê şer ragihîne

    © REUTERS/ Jaime Saldarriaga
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 40

    Wezîrê Îstîxbarat ê Îsraîlê Îsrael Katz di axaftina xwe de ragihand ku eger hewldanên Trump ê hilweşandina nûkleerî encam nedin em ê li hemberî Îranê dest bi mudaxeleya leşkerî bikin.

    Wezîrê Îstîxbarat ê Îsraîlê Îsrael Katz di axaftina xwe de ragihand ku eger hewldanên Serokê Amerîkayê Donald Trump ê hilweşandina nûkleerî encam nedin em ê li hemberî Îranê dest bi mudaxeleya leşkerî bikin. Trump niha dixwaze bernameya Îranê ya nûkleerî têk bibe.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nûkleerî ya Îranê gotibû ‘ev peymana herî xirab e û ku Amerîka tevlî bûye'. Di mijara betalkirina peymanê de herî zêde Îsraîl piştgiriyê dide Trump. Rêvebiriya Telavîvê dûhî ji bo peymana nûkleerî tehdîdeke tund kir.

    Li gorî nûçeya malpera Kararê, Îsrael Katz duhî li Japonyayê di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Eger hewldanên Trump encam nedin û rê li ber nûkleera Îranê neyê girtin, Îsraîl bi tena sere xwe wê li hemberî Îranê dest bi mudaxeleya leşkerî bike. Dikarin guherînên ku ticarî nebin xwediyê çekên nûkleerî bikin."

    Bi heman mijarî:

    Çima Tirkiye û Îran li ser dijderketina serxwebûna Kurdistanê, Îsraîl dikin bihane?
    'DYA, Îsraîl û dewletên ereban li dijî Îranê hevpeymanekê dadimezirînin'
    Îsraîl: Armanca me ya pêşî rêgirtina zirardayîna kurdan e
    ‘Îsraîl ji bo perçekirina Iraqê referandûm bi kurdan da kirin'
    'Îsraîl nîvê petrola Kurdistanê dikire'
    Îsraîl çima piştgiriya fikra serxwebûna Kurdistanê dike?
    Etîketan:
    Wezîrê Îstîxbarat ê Îsraîlê, Peymana nûkleerî ya Îran û Amerîkayê, Îsrael Katz, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de