15:48 19 Hezîran 2018
Jina cîhadî ya DAIŞê

Ji DAIŞê stratejiyeke nû ya şer: Wê jin cîhada çekdarî bikin!

Adel Hana
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rêxistina terorîst DAIŞê piştî têkçûna li Iraq û Sûriyê stratejiya xwe ya şer diguherîne û herî dawî jî bangewaziyek kir, ‘Jin jî tevlî cîhada çekdarî bibin.’

Rojnameya el-Naba ya ku ji ser internetê weşanê dike dîyar kir, "Ji ber rewşa şer, ferz e ku jin tevlî cîhada çekdarî bibin."

Di nûçeyê de DAIŞ bangê li jinan dike, "Hevjîn û zarokên xwe jî ji bo cîhadê razî bikin" û wiha dibêje: "Divê jin xwe wek cîhadîyên rêya Xweda bibînin û ji bo berevanîya dîn jî amade bin xwe feda bikin."

Heman rojnameyê 25ê Gulanê ragihandibû ku DAIŞê gotiye, hinek jinan ji bo êrîşên xwekujî serî li wan dane, lê ‘li gor yasayên Xweda şer ji bo mêran e.'

Bi heman mijarî:

Robotê ku bi mizdanê teriya xwe dihejîne
Iraqê li dijî Kurdistanê bangeke din li Îran û Tirkiyê kir
Balafira Îsraîlê li sînorê Xezeyê ket
Şaredarê MHPyî plakeya Mûsil û Kerkûkê derxist
Ryan Dillon: Pêşmerge hevkarê me yê sereke ye
Resûl: Çûyîna Mam Celal zirareke mezin e bo Kurd û Kurdistanê
3 êrîşkarên cenazeyê dayika Tugluk hatin berdan
Etîketan:
Cîhan, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de