22:55 12 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê

    ‘Amerîkî li Sûriyê ‘bi piştevaniya terorê’ alozîyê çêdikin’

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Pisporê leşkerî Vladimir Kozin, piştî daxuyaniyên, berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyaê Îgor Konaşenkov ku gotibû, ‘DAIŞ li Sûriyê ji herêma ku ‘leşkerên Amerîkî lê kar dikirin’ çend êrîş birine ser artêşa hikûmeta Sûriyê’ got, ti nîyeteke Amerîka nîne ku dev ji piştgiriya alîgirên terorê berde.

    Konaşenkov diyar kiribû, ‘Hemû êrîş ji ser niştîngeha El Tanf a di navbera sînorê Urdun-Sûriyê de ku ji nav hêremeke 50 kîlometrî hatine kirin. Li heman xalê ‘misyona leşkerî ya Amerîkî' heye ku nehêlaye hêzên artêşa Sûriyê xwe nîzîkî menzîla avêtina topan jî bikin."

    'RÛSYA AMADE YE WAN ARMANCÊN RASTHATÎ BIRUXÎNE'

    Tumgeneral Konaşenkov daxuyaniya Wezareta Parastina Rûsyayê bi bîr xist û got, ger Amerîka êrîşên dawî yên DAIŞê li herêma ku lê ye, wekî rasthatî qebûl bike, wan hişyarî daye ku bersiva wan êrîşên ‘rasthatî' bidin û armancan biruxînin."

    ‘NE JI PIŞTGIRÎYÊ BÛYA ALÎGIRÊN TERORÊ NEDIMAN'

    Ji Akademîya Zanistên Leşkerî ya Rûsyayê Profesor Vladimir Kozin li ser rûdanê Spûtnîkê re nirxandin kirin û got, "Komên alîgirên terorê yên li Sûriyê gelekî bihêz berxwe didin. Lê belê ger ne ji piştgiriya darayî, îstixbarî, şêwirmendî û leşkerî bûya, ne pêkan bu ji serê şerê Sûriyê heta niha 5 salan hebûna xwe biparêzin."

    ‘AMERÎKA LI HERÊMÊN NÊZÎ RÛSYAYÊ HÊZÊ DIDE TERORA NAVNETEWÎ'

    Kozin diyar kir, "Amerîkî li pey armanca zindîkirin û bihêzkirina terora navnetewî ne. Lê belê vê ne li ser erda xwe, dixwazin li herêmên nêzîkî sînorên Rûsyayê pêk bînin. Herwiha dixwazin rêveberiya Sûriyê ku li gor berjewendiyên xwe nabînin, tune bikin. Ji ber van sedeman jî bi rêya alîkarîyên leşkerî û firotina zêde yan çekan bo hevpeymanên xwe aloziya bi piştivaniya terorê diafirînin. Dê Amerîka têkoşînê neke bi wan rêxistinên terorê re ku bi her cure piştgiriya wan derketine holê û perwerde bûne."

    Bi heman mijarî:

    Li Japonyayê ewreke ecêb ku dişibe maran xuyabû
    Nivîskara ereb nivîsî bê Barzanî çima û çawa referandûm bi paş de nexist
    Tirkiye hejmarek zêde tank şandin ser sînorê Kurdistanê
    Lavrov: Pûtîn û Qralê Siûdî li ser mijara Sûriyeyê li hev kirin
    Qiralê Erebistana Siûdî derbarê Iraq, Sûriye û Filistînê de axivî
    Lêgerina aşiqekî wenda: Aşiq Zulfi Yoldaş
    Li Urmiyeyê 2 teqîn çêbûn
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de