21:29 19 Hezîran 2018
DAIŞ

DAIŞ herêma xwe diguherîne

© AP Photo / albaraka_news, File
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Serokê Komîteya Mûeyîdeyên Dijteror a Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Kayrat Umarov ragihand ku DAIŞ Iraq û Sûriyeyê diterikîne hêdî hêdî berê xwe dide Asyaya Başûr.

Serokê Komîteya Mûeyîdeyên Dijteror a Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Kayrat Umarov di axaftina xwe de got: "DAIŞ hewl dide Iraq û Sûriyeyê biterikîne, pereyên xwe dişîne û hêdî hêdî berê xwe dide Asyaya Başûr."

Kayrat Umarov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Milîtanên terorîst ên biyanî, kesên ku vedigerin welatê û yên ku penaber in hewl didin Iraq û Sûriyeyê biterikînin. Ev jî ji bo civaka navneteweyî tehdîdeke nû çêdike."

Umarov di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser daneyên grûba lêkolîner a Komîteya Mûeyîdeyên Dijteror ê KENYê û got: "DAIŞ ji bo amadehiyên têkçûna herêmên leşkerî û fealiyetên xwe li welatên din bidomîne di serî de kanayên xwe yên fînansî ji Iraq û Sûriyeyê derdixîne. Milîtanên terorîst ên DAIŞê yên biyanî Asyaya Başûr û li wir bi cih dibin."

Bi heman mijarî:

Pêşmergeyên Jin: DAIŞ nikare şerê me bike her têk diçe
DAIŞ kete bajarekî Iraqê û hinek taxên wê bi dest xistin
‘Amerîkayê îstîxbarat da Tirkiyeyê, DAIŞ di cejnê de wê êriş bike'
DAIŞ çekên giran dişîne herêma Deyr ez-Zorê
‘DAIŞ li Çiyayê Hemrîn amadehiya şerê gerîlayî dike'
Etîketan:
DAIŞ, Serokê Komîteya Mûeyîdeyên Dijteror a Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Kayrat Umarov, Sûriye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de