01:28 14 Kanûn 2017
Zindî
    Îsraîl û Kurdistan

    Wezîrê Îsraîlê: Bila Telavîv piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Ragihandin ê Îsraîlê Ayoob Kara bangî rêvebirên welatê xwe kir û ragihand ku bila Telavîv piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike.

    Wezîrê Ragihandin ê Îsraîlê Ayoob Kara di axaftina xwe de daxwaz ji welatê xwe kir ku piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike. Kara di axaftina xwe de got: "Sykes-Picotê mafê kurdan neparastiye."

    Ayoob Kara di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bê çawa Îran, Tirkiye û Sûriye piştgiriya Hamasê dike, divê Îsraîl jî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike. Divê Telavîv vê bê bersiv nehêle."

    Kara di axaftina xwe ya ji bo proseya referandumê de jî got: "Referandum proseyeke demokratîk û nêrîna gelan e û divê herkes rêzê bigre."

    Berî niha bi demekê hikûmeta Îsraîlê bi daxuyaniyeke fermî ku ji ofîsa serokwezîr hatibû parvekirin pistgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê eşkere kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê: Em ji Îsraîlê alikariya leşkerî nastînin
    Kurdên Îsraîlê li Qudsê çalakiya piştgirî ya serxwebûna Kurdistanê li dar xistin
    Ciwanên hewlêrî: Gotinên Îsraîlê em kêfxweş kirin
    Îsraîlê bi moşekan êrişî Şamê kir
    Rojnameya Îsraîlê: Divê dewletên rojavayî kurdan neterikînin
    Etîketan:
    Referanduma serrxwebûna Kurdistanê, Wezîrê Ragihandin ê Îsraîlê, Ayoob Kara, Îsraîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de