22:00 11 Kanûn 2017
Zindî
    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû

    Netanyahûyî qedexe daniye ser rayedarên xwe ku li ser referandûmê neaxivin

    © REUTERS/ Shannon Stapleton
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê ku tekane welatê ku bi awayekî fermî piştgirî da serxwebûna Kurdistanê, Benyamîn netenyahû qedexe danî ser rayedarên xwe ji bo ku ti şiroveyan derbarê referndûma herêma Kurdistanê nekin.

    Duh gava wezîrekî îsraîlî bi reutersê re diaxivî, pirsyarek derbarê referandûma herêma Kurdistanê de jê hat kirin û wezîrî wiha bersiv da: "Bîbî(Netenyahû) xwestiye em neaxivin".

    Rayedarekî din jî piştrast kir ku ferman wiha hatiye û got," mijar gelekî hesas e".

    Netenyahûyî gotibû, "Îsraîl piştgiriyê dide xebata meşrû ya gelê kurd ji bo damezirandina dewleta xwe."

    Ji aliyê din ve, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî jî derbarê vê mijarê de bertek dabû.

    "PARLEMENTERÊ ÎSRAÎLÎ: MAFÊ KURDAN HEYE, DEWLETA XWE AVA BIKIN"

    Rayedarî destnîşan kir ku piştgiriya Îsraîlê ji herêma Kurdistanê re car car dibe sedema aciziyê.

    Parlementerekî îsraîlî bi navê Yaîr Lapîdî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: "Gelê cihû dizane bê têkoşîna ji bo welatî çi ye. Mafê kurdan heye ku dewleta xwe ava bikin".

    ​Rayedarên kurd dibêjin, daxuyaniyên wiha him naxwazin him jî ziyanê digihînin me".

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyê bo sînorê Sûriyê sewqîyata konteyneran kir
    Iraq: Me bi artêşa Tirkiyê re dest bi manewrayên leşkerî kir
    TSK: Me bi Iraqê re dest bi tetbîqatê kir
    ‘Îranê deriyên sînor bi rûyê Herêma Kurdistanê de negirtine’
    Li Amedê pîrozbahîya referandûma serxwebûnê
    Pîrozbahiyên encamdana referandûma serxwebûnê berdewam dikin
    Wezîrê Derve yê Sûriyeyê: Kurd şêweyeke xweseriyê dixwazin û ev dikare were gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Benyamin Netenyahu, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de