13:26 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Əlində İsrail bayrağı tütmüş iraq kürdləri, 16 sentyabr 2017-ci il

    Rojnameya Îsraîlê: Divê dewletên rojavayî kurdan neterikînin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 10610

    Rojnameya Îsraîlê ya herî mezin a Haaretzê gotarek bi navê ‘Divê dewletên rojavayî dîsa kurdan neterikînin'nivîsand. Haaretzê got: "Divê dewletên rojavayî deynê xwe yê kurdan bidin."

    Rojnameya Haaretzê di gotara xwe de got: "Kurdan li hemberî DAIŞê bi wêrekî û bêtirs şer kirin, divê dewletên rojavayî deynê xwe yê kurdan bidin û dîsa kurdan tenê nehêlin." Rojnameya Haaretza îsraîlî wekî piştgirê referanduma serxwebûna Kurdistanê tê zanîn.

    Haaretzê di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Bi rastî kurd heq dikin ku dîsa bi qedera xwe re werin terkirin. Ev ne rast e û dê bibe sedema şaşiyeke ku neyê rastkirin ji hêla rojava ve. Divê dewletên rojavayî ji hêla exlaqî ve deynê xwe yê kurdan bide. Piştgiriya dewletên rojavayî bo kurdan wê îstîqrarê bîne herêmê û çanda pêkvejiyanê dê xurtir bike."

    Di dirêjiya nivîsê de hat gotin ku serokên kurd dizanin rêya serxwebûnê rêyeke çawa ye û mijarên avakirina dewletê jî dizanin. Li herêmê mînaka herî mezin Îsraîl e. Piştî ragihandina dewleta xwe yek cîranê wê jî piştgiriya wê nedikir."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Rexistina terorîst ji ber referandumê Kurdistan tehdîd kir
    Îran: Kurdistan cuda bibe, em ê dergehên sînorî bigirin
    Kurdistan: Welatiyên li herêmên Heşdî Şeibî di bin fişarê de ne
    Li bajarê Hanoverê konferansa aborî ya Kurdistan û Almanyayê
    ‘Kurdistan ji bo ti welatî nabe gef'
    ‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, rojnameya Haaretzê, Îsraîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de