01:03 26 Nîsan 2018
    Rêûresma Roja Artêşa Îranê

    Fermandarê îranî: Em ê Telavîv û Hayfayê bi erdê re bikin yek

    © AP Photo / Ebrahim Noroozi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serfermandariya Gîştî ya Îranê Seyîd Ebdûlrehîm Musevî di gotareke xwe de gef li Îsraîlê kir û gotiye "Em ê Telavîv û Hayfayê bi erdê re bikin yek.

    Rojnameya Jeruselam Post ku çavkaniya xwe dispêre çapemeniya îranî û ragihand ku Mûsevî hema piştî hevdîtina Serowezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ya ku duhî li New Yorkê li gel serokê Amerîka Donald Trump pêk aniye got: "Em ji ber rabûna tiştekî çewt ya rejîma siyonîst a li hember Komara Îslamiya Îranê hişyar dikin. Di gavekî wiha de em ê Tel Avîv û Hayfayê bi erdê re bikin yek."

    Li gorî daxuyaniya ku ji Qesra Spî hat dayîn de jî hat gotin ku Trump û Netanyahu di mijara dorpêçkirina Îranê ya di herêmê de nêrîneke hevpar diyar kirine.

    Mûsevî di berdewamiya axaftina xwe de bersiva berpirsekî îsraîlî da û got: "Dê cîhan wan gunehbariyên ku rayedarên rejîma siyonist ya Îsraîl dike ji bîr neke. Bila serê xwe berjêrke û çiqas emrê wê maye hesab bike. Ji ber her xetayekî ku rejîma siyonîst bike, wê emrê Îsraîl ya 25 salan hîn jî kurttir bibe û dê Îran rejîma siyonîst bi leza birûskê tune bike.''

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Îsraîlê bo Sûriyeyê li hev civiyan
    DYA: Piştî DAIŞê dê ti rola lîdertiya Îranê nemîne
    Ji Serokwezîrê Îsraîlê bo Îranê peyvên giran: Heştlinga terorê
    Îranê bersiv da banga Barzanî: Em naxwazin rewş aloztir bibe
    Îranê sînorê Hewlêrê topbaran kir
    Etîketan:
    Serfermandarê Giştî yê Îranê, Rêvebiriya Îsraîlê, Ebdûlrehîm Musevî, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de