10:32 20 Îlon 2017
Zindî
    Kurdistan

    Îsraîl çima piştgiriya fikra serxwebûna Kurdistanê dike?

    © AFP 2017/ Fabrice Coffrini
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16820

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di axaftina xwe de ragihand ku Telavîv piştgiriya avabûna dewleta Kurdistanê dike. Netanyahu bû yekemîn serokê cihanê ku piştgirî da referanduma serxwebûna Kurdistanê.

    Russia Todayê (RT) li ser encambûnên referanduma serxwebûna Kurdistanê û rola Îsraîlê ku piştgiriyeke çawa didin kurdan lêkolînek kir.
    Rêvebiriya Herêma Kurdistanê di sala 1991ê de ku bi alîkariya Amerîkayê Saddam Huseyn têk bir û heta niha hebûna xwe didomîne. Li gorî nirxandina Reutersê ‘Îsraîlê ji bo dijminên xwe yên Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê kurd wekî tampon ava kirin.'

    ‘ÎSRAÎLÊ TICARÎ PIŞTGIRIYA XWE JI BO KÊMARAN VENEŞART'

    Yek ji pisporê Enstîtuya Akademî ya Zanistên Rûsyayê Sergey Balmasov di hevpeyvîna xwe ya RTyê de got: "Îsralê li Rojhilata Navîn daîma polîtîkaya dostanî bi kurd, durzî û kemaran re meşand û ev rola xwe veneşart. Ev polîtîka li Rojhilata Navîn ji bo dewletbûnê maqul e. Perçebûna Iraq û Sûriyeyê û avabûna dewleteke kurdî li gorî berjewendiyên Îsraîlê ye."

    ‘HEWLÊR BI QASÎ AMERÎKAYÊ JI ÎSRAÎLÊ RE JÎ DEYNDAR E'

    Sergey Balmasov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hewlêrê bi qasî Amerîkayê hewçend deyndarê Îsraîlê ye jî. Piraniya kurdan û yên li herêmê daîmî vê nîqaşê dikin ku herî zêde kîjan bi kêrî kurdan hatiye. Lê Enqere û Tehrana ku gelek kurd lê dijîn ji biryara referanduma serxwebûnê ne kêfxweş in. Kurd ji bo Tirkiyeyê tê wateya cudabûnê û ev ji bo Îranê ne tenê cudabûn tê bandora li ser herêmê jî. Heke kurd ji Iraq û Sûriyeyê veqetin ev tê wateya ku li Rojhilata Navîn dê Îsraîl bi hêz bibe."

    Bi heman mijarî:

    Perinçek: Tirkiye korîdora PKKê ku Amerîka û Îsraîl piştgiriya wê dikir şikand
    Erdogan: Divê Îsraîl dawî li dagirkirinê bîne
    Rojnameya Haaretzê: Rûsya Amerîka û Îsraîl bo Sûriyeyê hevdîtinên nepen pêk anîn
    Îsraîl ji bo plajên xwe dê quma reş û gewr ji Tirkiyeyê bistîne
    Hat îdiakirin ku Îsraîl gelek belgeyên nepen ên derbarê Mescîd-î Eqsayê de dizîne
    Etîketan:
    Çima Îsraîl piştgiriya Kurdistanê dike, pisporê Enstîtuya Akademî ya Zanistên Rûsyayê, Sergey Balmasov, Îsraîl, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de