07:05 20 Mijdar 2017
Zindî
    Benjamîn Netanyahu

    Ji Serokwezîrê Îsraîlê bo Îranê peyvên giran: Heştlinga terorê

    © AP Photo/ Israeli Embassy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di axaftina xwe de Îran wekî ‘heştlinga terorê' û binav kir û ragihand ku rêxistina Hizbullahê ji hemû baskên terorê re çekan dişîne.

    Li gorî nûçeya Yedioth Ahronoth a îsraîlî, Serokwezîr Benjamîn Netanyahu di serdana xwe ya Arjantîna Amerîkaya Latînê debersiva pirsên rojnamavan da. Netanyahu di axaftina xwe de got: "Li pişt êrişa Buenos Aires a sala 1990î Îran heye. Îran ‘heştlinga terorê' (ahtepota terorê) ye û rêxistina Hizullahê ji hemû baskên terorê yên dinyayê re çekan dişîne. Dişîne Amerîkaya Latîn jî."

    Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em destûrê nadin ku Tehran li nêzîkî sînore me baregeha hewayî ava bike." Netanyahu yekemîn Serokwezîrê Îsraîlê ye ku serdana Amerîkaya Latîn dike.

    ​Serokwezîrê Îsraîlê piştî Arjantînê wê serdana Kolombiya û Meksîkayê bike û piştî serdanê dibe ji bo hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump here Washîngtonê.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov bersiv da Netanyahu Îran bo êrişê Îsraîlê bike amadehî dike
    Netanyahu: Divê em piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin
    Serokwezîr Netanyahu: Ez ê wan ji Îsraîlê biqewirînim
    Netanyahu behsa kurdan kir û got: Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike
    Trump û Netanyahu civîyan: 'Divê êdî şer bidawî bibe'
    Etîketan:
    Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamîn Netanyahu, Arjantîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de