13:40 19 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Îsraîlê

    Generalê Îsraîlî: PKK ne rêxistineke terorîst e

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13610

    Generalê Îsraîlî Yair Golan diyar kir ku ew ji fikra Kurdistaneke serbixwe gelekî hez dike û di derbarê PKKê de jî got, "Ez li ser navê xwe PKKê wekî rêxistineke terorê nabînim."

    Generalê Îsraîlî Yair Golan beriya çend rojan li Amerîkayê beşdarî konferanseke Enstîtuya Washingtonê bû û bersiv da pirsên di derbarê kurdan de. Golan di bersiva xwe de got, "Kêfa min gelekî ji kurdan re tê. Ez ji fikra Kurdistaneke serbixwe jî gelekî hez dikim. Hûn dizanin em ji salên 1960an û vir ve ligel kurdan di nava hevkariyê de ne."

    Yair Golan diyar kir ku îro li Rojhilata Navîn rêveberiya herî nerm û pozîtîf rêveberiya kurdan e û got: "Ez li vir nûnertiya pozîsyona fermî ya Îsraîlê nakim. Lê li gorî fikra min ya takekesî PKK ne rêxistineke terorîst e."

    Bi heman mijarî:

    Îsraîlê dîsa bangî Amerîkayê kir: Piştgiriya dewletbûna Kurdistanê bike
    Îsraîlê li ser êrîşa Sûriyê daxuyanî da: Ji bo ewlehiya xwe em ê her tiştî bikin!
    Amadehiya leşkerî ya Îsraîlê di nava 20 salên dawî de ya herî mezin e
    Lavrov bersiv da Netanyahu Îran bo êrişê Îsraîlê bike amadehî dike
    Nivîskarê tirk: Divê Tirkiye berî Îsraîlê serxwebûna Kurdistanê binase
    Etîketan:
    Generalî Îsraîlî, PKK, Yair Golan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de