10:36 20 Îlon 2017
Zindî
    Parlamentoya Îsraîlê

    Îsraîlê dîsa bangî Amerîkayê kir: Piştgiriya dewletbûna Kurdistanê bike

    © AP Photo/ Ariel Schalit
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16320

    Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayeled Şaked bangî rêvebiriya Amerîkayê kir ku piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê bike.

    Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayeled Şaked li Telavîvê di konferansekê de bangî rêvebiriya Amerîkayê kir ku piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê bike, dewleta serbixwe ya Kurdistan hem ji bo Rojhilata Navîn û hem jî ji bo Îsraîlê dê bi fêde be.

    Ayeled Şaked di axaftina xwe de got: "Îsraîl piştevaniyê li serxwebûna kurd, bi kêmanî piştevanî li serxwebûna kurdên Iraqê dike. Hem berjewendiya Îsraîl û hem jî berjewendiya welatên rojavayî di damezrandina dewleta Kurdistanê de heye. Ez di vê baweriyê de me ku niha dema wê yekê hatiye, Amerîka piştevaniyê li wê proseyê (referanduma Kurdistanê) bike."

    Demek berê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî li Qudsê di civînekê de li gel 33 endamên Kongreya Amerîkayê ragihandibû ku pêwîst e kurd bibin xwediyê dewletekê û piştgiriya xwe bo wê yekê anîbû ziman.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu: Divê em piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin
    Serokwezîr Netanyahu: Ez ê wan ji Îsraîlê biqewirînim
    Netanyahu behsa kurdan kir û got: Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike
    Netanyahu û Pûtîn hevdîtinek kirin
    Netanyahu di weşana zindî de belgeya Hemasê qetand
    Netanyahu pirsên derbarê Xezzeyê de bersivand
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Wezîra Dadê ya Îsraîlê, Ayeled Şaked, Îsraîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de