04:17 21 Îlon 2017
Zindî
    Avigdor Liberman

    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Îran tehdîd kir: Em li hemberî vê bêdeng namînin

    © East News/ AP/FOTOLINK
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5210

    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Avigdor Lîberman di axaftina xwe de ragihand ku em destûrê nadin Îran li Sûriye û Libnanê bihêz bibe.

    Li gorî nûçeya radyoyê dewleta Îsraîlê, Wezîrê Parastinê Avigdor Lîberman li Telavîvê di civîneke ku rayedarên dewletê tevlî bibûn de got: "Îsraîl wê rewşa nû ku Îran dixwaze li Sûriye û Libnanê bihêz bibe qebûl neke û teslîm nebe."

    Lîberman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Îran hewl dide li Sûriyeyê realiteyeke nû têxe holê. Îran bi muhafizên xwe yên şoreşê li Sûriyeyê baregehên derya û hewayî ava dike û bi hêza milîs a şîe jî li Libnanê çekên modern çêdike. Îsraîl wê li hemberî vê bêdeng nemine."

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duhî serdana Rûsyayê kiribû û li bajarê Soçiyê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtinek pêk anî bû. Netanyahu ji bo mijara Îranê ji Pûtîn re gotibû: "Em hêzbûna Îranê li Sûriyeyê wekî tehdîd dibînin. Îran ji bo hebûna xwe li Sûriyeyê zêde bike hewleke mezin dide. Ev rewş ji bo Îsraîl, Rojhilata Navîn û hemû dinyayê tehdîd e."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Liberman cara yekemîn serdana Amerîkayê kir
    Liberman qabîneya Îsraîlê belav kir
    Amerîka ji bo wezîrtiya Liberman bertek nîşanê Îsraîlê da
    Îsraîl: Roja serxwebûna Kurdistanê dê bibe kêfxweşiya me jî
    Rojnameya Haaretzê: Rûsya Amerîka û Îsraîl bo Sûriyeyê hevdîtinên nepen pêk anîn
    Îsraîl ji bo plajên xwe dê quma reş û gewr ji Tirkiyeyê bistîne
    Etîketan:
    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê, Avigdor Liberman, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de