20:31 21 Îlon 2017
Zindî
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin- İsrail Başbakanı Benyamin Netanyahu

    Netenyahu li gel Pûtîn gazin ji Îranê kir

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1610

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyanin Netanyahu li bajarê Soçiyê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtin pêk anî û di hevdîtinê de ragihand ku çalakiyên Îranê yên li Sûriyeyê ne tenê Îsraîlê û Rojhilata Navîn hemû cîhanê tehdît dike.

    Netanyahu destnîşan kir ku Îran ji bo bandora xwe li Sûriyeyê zêdetir bike hewldanên mezin dide û got: "Hewldana me yê hevpar têkbirina DAIŞê ye, lê Îran herêmên ku ji DAIŞê tên valakirin xwe bicih dike. Divê em vê yeke ji bîr neken ku daxwaza tunekirina dewleta Îsraîlê ya Îranê herdem heye."

    ‘ÎRAN RÊXISTINÊN TERORÎ BIÇEK DIKE'

    Netanyahu îdia kir ku Îran rêxistinên terorî biçek dike, piştgirî dide terorîzmê û pêşxistina moşekan pêk tîne. Ev yek ne tenê ji bo Îsraîlê û Rojhilata Navîn, ji bo hemû cîhanê tehdîd e.

    PUTÎN: EZ JI ASTA TÊKLIYÊN DUALÎ KÊFXWEŞ IM'

    Pûtîn jî destnîşan kir ku ji asta têkliyên dualî yên Rûsya-Îsraîlê kêfxweş e û pesnê derfeta çareserkirina pirsgirekan jî da.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîr Netanyahu: Ez ê wan ji Îsraîlê biqewirînim
    Netanyahu behsa kurdan kir û got: Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike
    Trump û Netanyahu civîyan: 'Divê êdî şer bidawî bibe'
    Netanyahu û Pûtîn hevdîtinek kirin
    Netanyahu di weşana zindî de belgeya Hemasê qetand
    Etîketan:
    gilî, terorîzm, DAIŞ, Benyamin Netanyahu, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de