02:01 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Yemen'de Suudi Arabistan öncülüğündeki koalisyonun vurduğu otel

    Balafirên Erebistanê li oteleke xistin: 60 kuştî

    © REUTERS/ Khaled Abdullah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Rayedarên Yemenê ragihand ku balafirên koalîsyona ku Erebistana Siûdî pêşengiyê dike li oteleke nêzî payetext Sana xistine. Hate diyarkirin ku endamên tevgera Hûsiyan û sivîl jî di nav de 60 kes hatine kuştin.

    Li gorî nûçeya Associated Pressê (AP) rayedarên ewlehiya Yemenê eşkere kirine ku di êrişa balafirên koalîsyona girêdayê Erebistana Siûdî di saetên sibê de nêzî 60 kes hatine kuştin.

    Ajansa Reutersê jî hejmara kuştiyan 35 kes ragihand.

    Sedema xistina otele ji aliyê balafirên hêzên koalîsyonê ya li herêma Arhabê ku 35 kîlometro dûrê Sanayê paytexta Yemenê ye, hêj nayê zanîn. Li gorî ragihandina şahidên bûyerê otela du qatî di encama êrişê de bi temamî hilweşiya ye.

    Hate diyarkirin ku hêj jî cenaze ji bin enqazê tên derxistin.

    Şahidên bûyerê dan zanîn ku li dijî xala kontrole ya aydî Hûsiyan ku 2 kîlometro dûrê otele ye jî rastî êrişa hewayî hatiye.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara miriyên kolerayê li Yemenê gihîşt hezar û 847 kesan
    Li Yemenê leşkerekî Siûdî hat kuştin
    Li Yemenê êrişa bombeyi: 9 kes jiyana xwe ji dest dan
    Generalê Yemenê: Şerê di navbera welatên ereban de bi kêrê Amerîkayê tê
    Li Yemenê hejmara mirîyên kolerayê gihîşt 859 kesan
    Li Yemenê ji kolerayê 789 kesî jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    otel, balafir, êriş, Associated Pressê (AP), Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de