04:30 21 Îlon 2017
Zindî
    Balyozê Iraqê yê Federasyona Rûsyayê Heyder Hadî

    Bexdad referandûma Kurdistanê red dike û dihesibîne ku anegorê NY jî derqanûnî ye

    © Sputnik/ Владимир Трефилов
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Balyozê Iraqê yê Federasyona Rûsyayê Heyder Hadî ji rojnameya rûsî Îzvestîyayê re ragihand ku Bexda referandûma Kurdistanê red dike û dihesibîne ku anegorê NY jî referandûm derqanûnî ye.

    Balyozê Iraqê di berdewamîya axaftina xwe de got ku “Wek tê zanîn rêvebirîya Herêma Kurdistanê referandûma serxwebûnê ji bo roja 25`ê îlonê destnîşan kirîye. Lê ew biryar bi destûra me ya bingehîn re nakokîbar e”.
    Hadî her weha destnîşan kir ku referandûma ji bo roja 25ê Îlonê hatî destnîşankirin ji alîyê hikûmeta Iraqê ve nayê naskirin û NY jî bi tu awayî bi wê referandûmê re têkildar nîne.


    Heyder Hadî diyar kir ku niha dem ne dema herî destdayî ya lidarxistina referandûmê ye. Li gor nêrîna balyozê iraqî, di şertên krîza aborî de encamên referandûmê dikarin gelek giran bin, ku rêvebirîya herêma Kurdistanê jî nikaribe kontrol bike.
    Heyder Hadî di dawîya axaftina xwe de got ku “Peyama me ji rêvebirîya herêma Kurdistanê re ew e: Niha dem ne dema referandûmê ye.Werin em vê pêvajoya referandûmê bidin rawestandin û heta hemû pirsgirêkên heyî çareser nekin dîyalogê berdewam bikin.
    Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek caran ragihand ku lipaşxistina dîroka referandûmê di rojeva wan de nîne û roja 25ê Îlonê referandûm wê bête lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Pisporê Sîyasetê Vahab: Referandûm wê li Iraqê bibe sedema şerekî navxweyî
    Tirkiye: Referandûm xizmeta îstîqrara herêmê nake
    ‘Referandûm ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    Barzanî: Referandûm ne henek e, wasite ye ji bo serxwebûnê û nayê paşxistin
    Fûad Masûm: Referandûm nayê maneya serxwebûnê
    Hewramî: Referandûm ne ji bo fişarê ye, ji bo serxwebûnê ye
    Serkirdeyê YNKê Mela Bextiyar: Îranê referandûm red kir û me jî parast
    Ebadî: Referandûm li dijî destûrê û berjewendiya Kurdan e
    Etîketan:
    Heyder Hadî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de