20:29 24 Îlon 2017
Zindî
    Ala Îsraîlê

    Îsraîl: Roja serxwebûna Kurdistanê dê bibe kêfxweşiya me jî

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14740

    Siyasetmedarê îsraîlî û endamê Partiya Lîkud Arîel Polîsten di nivîsa xwe de ragihand ku roja îlankirina serxwebûna Kurdistanê dê bibe kêfxweşiya me jî.

    Endamê Partiya Lîkud Arîel Polîsten di nirxandina xwe ya derheqê referanduma serxwebûna Kurdistanê li ser Monîtora East Mîddle de kiriye dibêje: "Vê demê avakirina dewleta Kurdistan pir girîng e. Kurdistana serbixwe dê ji bo dewleta Îsraîlê jî sûdwer be. Di navbera gelê kurd û cihû de têkiliyên dostane wê bibe sedema têkiliyên dewletê her du welatan."

    Arîel Polîsten di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Astengkirina serbixwebûna dewleta Kurdistan ji bo gelê kurd dê encameke neyînî derxîne holê. Ji bo vê jî lazime Îsraîl piştgirîyê bide pêvajoya serxwebûna Kurdistanê."

    Siyasetmedarê îsraîlî ku wek dostê gelê kurd tê zanîn di dirêjiya axaftina xwe de dibêje: "Roja serxwebûna dewleta Kurdistan hat îlankirin, li gel alaya Îsraîlê dîtina hildana alaya Kurdistanê dê kêfxweşiyek mezin bide me."

    Bi heman mijarî:

    Washîngton ji biryara Îsraîlê kêfxweş e
    Netanyahu behsa kurdan kir û got: Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike
    Serokwezîr Netanyahu: Ez ê wan ji Îsraîlê biqewirînim
    Têketina Balyozê Îsraîlê bo Urdunê hat qedexekirin
    Rojnamevanê Îranî ku ji Tirkiyê hat dersînorkirin ji tirsa îdamê xwe spart Îsraîlê
    Heyeteke Kurdistanê ji bo piştgiriya serxwebûnê serdana Îsraîlê kir
    Etîketan:
    Endamê Partiya Lîkud, Arîel Polîsten, Îsraîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de