03:14 23 Îlon 2017
Zindî
    Deriyê sînor

    Li nêzî deriyê sînor êrişa xwekujî: 1 kuştî û 4 birîndar

    © REUTERS/ Ibraheem Abu Mustafa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Hat ragihandin ku li Xezzeyê li rojhilatê deriyê sînor ê Refahê êrişa xwekujî pêk hat, di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

    Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Xezzeyê Îyad el-Buzm di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Dema em nêzî xeta sînor bûn 2 kesên ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû sekinandin yek ji wan bombeya ser xwe teqand. Di êrişê de kesekî li cem min û ji hêzên ewlehî çend kes birîndar bûn."

    Îyad el-Buzm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Birîndar bi ambulansan rakiirn Nexweşxaneya Ebû Yusuf en-Neccar." Buzm derheqê hejmara birîndaran de reqem neda.

    WEZÎFEDARÊ SÎNOR LI NEXWEŞXANEYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

    Li gorî çavkaniyên tendirustî, wezîfedarê ewlehî yê sînor Nidal el-Caferî li nexweşxaneyê digel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

    Hamas û Misrê di demên dawî de peymanek îmze kiribûn û li gorî peymanê tedwîrên ewlehiya xeta sînor hatibûn zêdekirin.

    Bi heman mijarî:

    El Nusra hewldide kontrola deriyê sînor ên li ser sînorê Tirkiyeyê bi dest bixin
    Piştî 27 salan cara yekem Iraq û Erebistana Siûdî deriyê sînor vedikin
    ‘Amerîka êriş bike dê Tirkiye deriyê xwe yê sînor bigre'
    Hacî Mehmûd: Piştî referandumê Tirkiye û Îran nikarin deriyê sînor bigirin
    Misir, deriyê sînor ê Refahê dîsa vekir
    Etîketan:
    Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Xezzeyê, Îyad el-Buzm, Xezze, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de