23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Heleb - Sûriye

    Hemo: Berpirsên Siûdî gotin wê guherînên mezin li Sûriyeyê rû bidin

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 91 0 0

    Cîgirê Serokê Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê Abdulbasit Hemo piştî civîna Riyadê di axaftina xwe de ragihand ku berpirsên Siûdî gotin wê li Sûriyeyê guherînên mezin rû bidin.

    Nûnerên sazî û rêxistinên sûriyeyî li ser vexendina Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Adil El Cubeyr ji bo pêşeroja Sûriyeyê li Riyadê civînek li dar xistin.

    Cîgirê Serokê Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê Abdulbasit Hemo ku tevlî civîna Riyadê bûbû di axaftina xwe de got: "Em ti planeke ku Beşar Esad di nav de be qebûl nakin. Ji xwe berpirsên Wezareta Derve yên Erebîstana Siûdî jî ji me re gotin wê li Sûriyeyê di çarçoveya navneteweyî de guherînên mezin û befireh rû bidin."

    Abdulbasit Hemo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Berpirsên Siûdî ji me re gotin ji bo guherînên berfireh yên pêşerojê li Sûriyeyê divê hûn wek muxalefetê yekdengi bin û ji bo hevdîtinên Cenevê hûn amade bin. Di 15ê Tebaxê de civîneke din ku platformên Kahire û Moskowê jî hatin vexwendin li Riyadê tê lidarxistin."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye bersiva biryara hilbijartina kurdan da: Berdêla wê gelekî baş dizanin
    Sûriye: Welatên Rojavayî alîkariya terorê tercîh kirin
    Sûriye hişyarî da Amerîkayê: Em ê bersivê bidin
    Miqdad: Bê Esad Sûriye bi hilweşandinê re rû bi rû dimîne
    Sûriye: Em dê rêbaza parastina ji êrişên Amerîkayê bi alîkariya Rûsyayê bibînin
    Etîketan:
    Guherînên mezin li Sûriyeyê diqewimin, Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê, Adil El Cubeyr, Abdulbasit Hemo, Erebîstana Siûdî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de