19:38 20 Îlon 2017
Zindî
    Skorsky - Helîkopter

    Helîkoptera leşkerî ya Îsraîlê li Çola Necefê ket

    © AFP 2017/ PAUL J. RICHARDS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 162 0 0

    Hat ragihandin ku helîkoptereke aîdî Hêza Hewayî ya Îsraîlê li Çola Necefê dema di firîna perwerdehiyê de bû ket.

    Li gorî nûçeya rojnameya Haaretz a Îsraîlê, helîkoptereke aîdî Hêza Hewayî ya Îsraîlê li Çola Necefê dema li baregeha hewayî ya Ramonê di firîna perwerdehiyê de bû ket. Di ketina helîkopterê de pîlotekî jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bûye. Hat ragihandin ku pîlotê jiyana xwe ji dest daye serdar bû.

    Piştî ketina helîkopterê hemû firînên baregeha hewayî hatin rawestandin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.

    Heta niha artêşa Îsraîlê derheqê bûyerê de ti daxuyanî belav nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    Têketina Balyozê Îsraîlê bo Urdunê hat qedexekirin
    Serokwezîr Netanyahu: Ez ê wan ji Îsraîlê biqewirînim
    Netanyahu behsa kurdan kir û got: Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike
    Washîngton ji biryara Îsraîlê kêfxweş e
    Nadiya Murad li Parlamentoya Îsraîlê behsa kurdên êzdî kir
    Etîketan:
    Helîkoptera artêşa Îsraîlê ket, Çola Necefê, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de