13:30 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê

    Ji Hevpeymaniya Navdewletî li ser kuştina sivîlan mikurhatineke dilsot

    © AP Photo/ Vadim Ghirda
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, li xwe mikur hat ku li Sûriye û Iraqê bi şaşîtî herî kêm 624 sivîl hatine kuştin.

    Li gor daxuyaniya hevpeymaniyê ji destpêka operasyona dijî DAIŞê ya ‘Biryardariya Xwezayî' ve li Iraq û Sûriyê bi kêmî 624 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

    Hat ragihandin ku amarên sivîlên hatine kuştin yên meha Hezîranê ne û hevpeymanî agahiyên kuştina 424 sivîlan jî lêkolîn dike.

    'EM LI HEMBER HEJMARAN ŞAŞ DIMÎNIN'

    Parlamentarê Sûriyê Muhammed el Huseyîn li ser hejmarên kuştiyên sivîl yên têne ragihandin berî niha ji Spûtnîkê re diyar kiribû, ‘Daxuyaniya hevpeymaniyê WEK pêkenî ye. Lewra balafirên hevpeymaniyê li Sûriye û Iraqê bûne sedema mirina bi deh hezaran sivîlan. Em li hemberî hejmarên têne pêşkeşkirin şaş dimînin. Tenê li Reqayê di bombardimanekê de zêditirî 700 kesan jiyana xwe ji dest da."

    Li gor parlamentarê Sûriyeyî li her du welatan di encama êrîşên hevpeymaniyê de, herî kêm 20 hezar sivîlan can daye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Qaqlîbazî mudexale li rewşa hewayê kir
    YEyê ji bo 'Siemens'ê mueyîdeyên nû li ser Rûsyayê sepandin
    Pûtîn 50 hezar ferxikên masiyan berda nav Gola Baykalê
    Selim Sadak hat desteserkirin
    Amerîka: Rêveberiya Sûriyeyê aktîvîstê navdar Hardabîl îdam kir
    ‘Amerîka bi bêhneke fireh ji xwe re Kurdistanê ava dike'
    DAIŞê li Dêra Zorê sivîlan bi zorê dibe şer
    Barzanî bersiv da daxwaza Sekreterê Komkara Erebî
    Etîketan:
    Amerîka, Iraq, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de