08:19 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Yerîvan

    Serokê partiya Ermenistanê: Divê kurd ji zû de bibûna dewlet

    © Sputnik/ Anton Denisov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Serokê Partiya Demokrat a Ermenistanê Aram Petrosyan di axaftina xwe de piştgirî da referanduma Kurdistanê û ragihand ku divê kurd ji zû de bibûna xwedî dewlet.

    Serokê Partiya Demokrat a Ermenistanê Aram Petrosyan di axaftina xwe ya K24ê de piştgirî da referanduma Kurdistanê û got: "Divê kurd ji zû de bibûna xwedî dewlet. Lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê û tayînkirina pêşeroja xwe ji bo kurdan biryareke rast e."

    Aram Petrosyan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez şîroveyên ku dibêjin lidarxistina referandumê û ewlehiya Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayîne rast nabînim. Êdî divê kurd jî li ser axa bi azadî bijîn. Divê berî niha bi çiqasî kurd bibûna xwedî dewlet. Ji bo vê biryara referandumê biryareke rast e. Her çiqas hinek welat hebûna Kurdistanê qebûl nekin jî mafê kurdan ku qedera xwe tayîn bikin heye."

    Serokê ermenî Petrosyan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Çima kurd jî nebin xwediyê vî mafî? Ji îro pêve gava herî girîng ev e ku referandum wê kurdan bigihîne serxwebûnê. Ev li gorî qanûnên navneteweyî ye jî. Encambûna serxwebûnê bi dengê referandumê wê diyar bibe."

    Bi heman mijarî:

    Malikî: Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne
    Cîgirê Serokwezîrê Almanyayê: Li herêmê hevalbendê herî bi bawer Kurdistan e
    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
    Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Serokê Partiya Demokrat a Ermenistanê, Aram Petrosyan, Kurdistan, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de