09:06 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Qeraxên Telavîvê

    Îsraîl ji bo plajên xwe dê quma reş û gewr ji Tirkiyeyê bistîne

    © AFP 2017/ GIL COHEN MAGEN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Gengeşiya siyasî ya navbera Enqere û Telavîvê dewam dike, lê ji aliyê din ve di ekonomiyê de hevkariyên nû derdikevin holê.

    Li gorî nûçeya Kerim Ulkerê rojnameya Dunyayê, rêvebiriya Îsraîlê ji bo qeraxên xwe yên deryayî dagire wê ji Tirkiyeyê qumê bistîne. Wezareta Parastina Ekolojî ya Îsraîlê ji bo parastina qerax û plajên xwe yên Ashkelon û Netanya destûra îtxalata quma reş û gewr derxist.

    Ev herdu qum jî dê Tirkiyeyê werin îtxalkirin. Şîrketa ku destûra îtxalatê stand jî şirketa belçîkî ya bi navê Jan de Nul e.

    Îsraîl ji xeyrî quma reş û ya gewr qumeke din jî dixwaze. Ew jî quma sor e. Şirketeke îsraîlî ku hilberêna karê pola dike ji bo di prosesên xwe de bi kar bîne daxwaza standina quma sor kiribû û ev daxwaza xwe gihandibû Wezareta Ekonomî ya Tirkiyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Hat îdiakirin ku Îsraîl gelek belgeyên nepen ên derbarê Mescîd-î Eqsayê de dizîne
    Îsraîl: Serxwebûna Kurdistanê mafê kurdan ê xwezayî ye
    Îsraîl: Ji Xezzayê moşek hat avêtin
    Berdevkê Dijberiya Sûriyeyê: Îsraîl piştgiriya komên terorîst dike
    ‘Îsraîl dixwaze ku herêmên kêmkirina rageşiyan li başurê Sûriyeyê Amerîka kontrol bike
    Etîketan:
    Wezareta Parastina Ekolojî ya Îsraîlê, Wezareta Ekonomî ya Tirkiyeyê, Tirkiye, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de