23:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Afganistan

    Li dijî Balyozxaneya Iraqê êrişa bombeyî: Hejmara kuştî û birîndaran nayê zanîn

    © AP Photo/ Massoud Hossaini
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Hat ragihandin ku li paytextê Afganistanê li Kabilê li nêzî Balyozxaneya Iraqê êrişa bombeyî pêk hat. Li gor agahiyan piştî teqînê hê jî dengê çekan tê bihîstin.

    Li gorî zanyariyên berdest, li hemberî Balyozxaneya Iraqê ya li Kabila Afganistanê êrişeke xwekujî pêk hat. Berpirsyariya êrişa xwekujî rêxistina terorîst a DAIŞê girte ser xwe.

    Li gorî daxuyaniya hêzên ewlehî êrişa xwekujî bi wesayîteke bombebarkirî pêk hat. Hejmara kuştî û birîndaran nayê zanîn.

    Çavkaniyên ewlehî yên herêmî dibêjin niha li cihê bûyerê 4-5 êrişkarên çekdar hene û di navbera wan û hêzên ewlehî de şer û pevçûn dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
    Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin
    Pentagon: Fermandarê rêxistinê yê Afganistanê hat kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, Balyozxaneya Iraqê li Afganistanê, Kabil, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de