07:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Muhammed Bin Selman - Muqteda Sadr

    Muqteda Sadr piştî 11 salan serdana Erebîstana Siûdî kir

    © REUTERS/ Bandar Algaloud
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Serokê Tevgera Sadr Muqteda Sadr li ser vexwendina fermî ya Erebîstana Siûdî bi prensê welîaht Muhammed Bin Selman re hevdîtinek pêk anî.

    Li gorî nûçeya ajansa SPA ya Erebîstana Siûdî, Muhammed Bin Selman û Muqteda Sadr li bajarê Ciddeyê hevdîtin kirin û di mijara wan de jî ji xeyrî têkiliyên Siûdî û Iraqê pirsgirêkên hevpar jî nirxandin. Di nûçeyê de ti agahiyeke din nehat dayîn.

    Ji aliyê din ve Ofîsa Çapemenî ya Sadr ji bo serdanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku têkiliyên navbera Erebîstana Siûdî û Iraqê dikevin asteke nû û em ji vê kêfxweş dibin. Em hêvî dikin ev bibe dawiya şerê mezhebi yê li herêma erebî.

    Piştî 11 salan ev cara yekemîn e Serokê Tevgera Sadr Muqteda Sadr serdana Erebîstana Siûdî dike.

    Bi heman mijarî:

    Serokê şîe Muqteda Sadr Îranê hişyar kir
    Serokê Tevgera Sadr: Bila Heşdî Şebî were belavkirin
    Serokê Şîa Sadr peyama 'berxwedana çekdarî' da
    Tevgera Sadr bernameyek piştî şerê DAIŞê amade kir
    Hêzên ewlekariyê gule bera alîgirên Sadr da: 7 kes mirin
    Etîketan:
    Ajansa SPA ya Erebîstana Siûdî, Serokê Tevgera Sadr, Muhammed Bin Selman, Muqteda Sadr, Siûdî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de