07:53 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Milîsên çekdar

    Li hemberî wesayîta leşkerî êrişa bi moşek: 1 kuştî û 6 birîndar

    © AFP 2017/ ILYAS AKENGIN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 108 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarê Katîf ê Erebîstana Siûdî li hemberî wesayîta leşkerî ku dewriye digeriye êrişa moşekî pêk hat.

    Li gorî zanyariyên berdest, li bajarê Katîf ê Erebîstana Siûdî li hemberî wesayîta leşkerî ku dewriye digeriye êrişa moşekî pêk hat. Di êrişê de leşkerekî artêşa Siûdî hat kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.

    Ajansa fermî ya Erebîstana Siûdî SPA nûçeya xwe sparte Wezareta Navxweyî û ragihand ku wesayîta leşkerî dema li bajarê Katîf li taxa El-Mesura dewriye digeriya rastî êrişa moşekî hat. Di êrişa ku hêzên ewlehî hedef hatin girtin de leşkerek hat kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.

    Meqamên fermî yên Siûdî derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

    Tevlî vê êrişa dawî li bajarê Katîfê di nava mehekê de ev êrişa 6emîn e ku li hemberî hêzên ewlehî pêk tê.

    Bi heman mijarî:

    Ji Erebîstana Siûdî bo Qetarê: Ev îlana şer e
    ‘Husiyan bi moşeka balîstîk êrişî Erebîstana Siûdî kir'
    Li Siûdî jina ku etekê kinik li xwe kiribû hat berdan
    Îran: Hêvî dikin ku di navbera me û Erebîstana Siûdî de şer dernekeve
    ‘Erebîstana Siûdî bê Rojava li Kendavê nikare tiştekî bike’
    Li Yemenê leşkerekî Siûdî hat kuştin
    Etîketan:
    Li Siûdî êrişa moşekî, Ajansa fermî ya Erebîstana Siûdî SPA, Katîf, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de