05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Erebîstana Siûdî

    Ji Erebîstana Siûdî bo Qetarê: Ev îlana şer e

    © REUTERS/ Fahad Shadeed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 71 0 0

    Erebîstana Siûdî îdîa kir ku Qetar ji bo Kabeyê daxwaza statuyeke navneteweyî dike. Siûdî ev daxwaza Qetarê li hemberî Kraliyeta Siûdî wek îlana şer nirxand.

    Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Adil El Cubeyr di axaftina xwe ya televîzyona El Arabiya de got: "Daxwaza Qetarê ya navnetewekirina Mekkeyê (Kabe) daxwazeke êrişane ye û ev li hemberî Kraliyeta Siûdî îlana şerî ye."

    Adil El Cubeyr di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kî ji bo statudayîna navneteweyî ya Kabeyê bixebite mafê Erebîstana Siûdî heye ku bersivê bide wan."

    Nayê zanîn ka heta niha Qetarê daxwazeke wiha kiriye an na. Lê rêvebiriya Dohayê Siûdî Hec bi polîtîzekirinê rexne kiribû û bi sedema ku qetarî hatibûn astengkirin serî li Raportorê Taybet ê Neteweyê Yekbûyî dabû.

    Bi heman mijarî:

    ‘Husiyan bi moşeka balîstîk êrişî Erebîstana Siûdî kir'
    Li Siûdî jina ku etekê kinik li xwe kiribû hat berdan
    Îran: Hêvî dikin ku di navbera me û Erebîstana Siûdî de şer dernekeve
    ‘Erebîstana Siûdî bê Rojava li Kendavê nikare tiştekî bike’
    Li Yemenê leşkerekî Siûdî hat kuştin
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî, Adil El Cubeyr, Qetar, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de