02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Israel's Prime Minister Benjamin Netanyahu and U.S. President Donald Trump chat as White House senior advisor Jared Kushner is seen in between them, during their meeting at the King David hotel in Jerusalem May 22, 2017

    'Netenyahû ji zavayê Trump, Kushner daxwaza pevguherîna erdê kir'

    © REUTERS/ Kobi Gideon/Courtesy of Government Press Office
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû bi Kushner ê zavayê Trump ku di heman demê serşêwirmendê wi ye jî hevdîtin pêkanî. Hat îdîa kirin ku Netanyahû, pêşniyara pevguherîna li hember cihên ku ereb lê dijîn şûnwarên nû lê kiriye.

    Televîzyona Îsraîlê Channel 2 nûçeyeke balkêş belavkir li ser hevdîtina Serokwezirê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bi lijneya Amerikayê ku di navê de Jared Kushnerê şêwirmendê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump û mêrê keça wî ya mezin Îvanka jî di nav de cî digre. Di nûçeyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de Jason Greenblatt ê Nûnerê Taybet yê Muzakereyên Navneteweyî yê serokê Amerîkayê jî çih girtiye û Netanyahû pêşniyara peymaneke pevguherîna erdan kiriye. Li gorî peymanê Netanyahû, pêşniyar kir ku hinek gundên ku ereb lê dijîn bide û beranberî vê jî şûnwarên nû xwestine.

    Hat diyar kirin ku cihê Netanyahû dixwaze bide Wadî Ara ya li herêma Hayfa yê ku dikeve bakurê rojavê yê Îsraîlê ye. Şûnwarê cihuyan ku Serokwezirê Îsraîlê dixwaze berfirehti bibe jî Gush Ezion a li Şerîaya Rojavaye.

    Berpirsekî ku derbarê hevdîtina berî bi çend hefteyan pêkhatî de agahî dane Haaretzê weha got: "Ev mijar ne wekî pîlaneke cuda, wekî perçeyek ji yê peymana berfireh a bi Filistîniyan re ye. Berpirsekî payebilind yê Qesra Spî jî got ku: "Ev peymaneke aştiyê ye, yek ji fikrên ku berî bi çend hefteyan hatiye gotin bû, ne derbarê îlheq kirineke nû de bû."

    LİEBERMAN BO NETANYAHU: TU Bİ XÊR HATÎ KLÛBÊ

    Hevdîtina ku di demeke têkiliyên Îsraîl û Filistînê ji ber rakêşiya Mescîd-î Eqsayê xerabbûne de hatine aşkere kirin tê dîtin ku, Netanyahûyê li hember pevguherîna axan fikrê xwe guherandiye. Ji hêla din ve dihat zanîn ku şîrikê Netanyahû ê koalîsyonê û wezîrê parastinê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman alîgirê pevguherîna axê ye.

    Lieberman lînka nûçeya Channel 2 di twitterê de parvekir û Netanyahû jî lê zedekir û jê re nivîsî ku "Tu bi xêr hatî klûbê."

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu behsa kurdan kir û got: Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike
    Netanyahu û Pûtîn hevdîtinek kirin
    Netanyahu di weşana zindî de belgeya Hemasê qetand
    Netanyahu pirsên derbarê Xezzeyê de bersivand
    Etîketan:
    pevguherîn, Channel 2, Jared Kushner, Benyamîn Netanyahû, Donald Trump
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de