18:41 17 Tebax 2017
Zindî
    16 yaşındaki Ürdünlü Jawawdah'ın cenazesi

    Têketina Balyozê Îsraîlê bo Urdunê hat qedexekirin

    © REUTERS/ Muhammad Hamed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Krîza dîplomatîk a di navbera Urdun û îsraîlê de ku li balyozxaneya Îsraîlê ya li Ammanê piştî ku 2 kesên urdunî ji aliyê peywirdarekî îsraîlî ve hatibûne kuştin derketîbû, mezintir dibe. Urdun diyar kiribû ku heta derheqê wî peywirdarê ku vegeriyaye Îsraîlê lêpirsin neyê despêkirin dê nehêle ku baloyoz û xebatkarên Îsraîlê têkevine Urdunê.

    Rayedarên Urdunê eşkere kiribûn ku heta jêpirsîneke berbicev di derbarê kujer de nêyê destpêkirin, dê destûrê nedin ku xebatkarên balyozxaneya Ammanê ya Îsraîlê têkevin Urdunê.

    QRALÊ URDUNÊ BO NETENYAHU: EV YEK NAYÊ QEBÛL KIRIN

    Kralê Urdunê Abdullahê Duyem jî ragihand ku nêrîna Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu provakatîf e û nayê qebûlkirin. Abdullahê Duyem, ji Îsraîl xwest ku bi awayekî adilane ew kujer bê darizandin.

    DOZGERIYA URDUNÊ PEYWIRDARÊ ÎSRAÎLÊ BI KUJERIYÊ SUCDAR KIR

    Ji hêla din ve, Dozgeriya Urdunê ragihand ku berê jî peywirdarê îsraîlî du kes kuştine û sîleha bêruhsat bi xwe re gerandiye. Dozger Akram Masaadeh bi rêya Ajansa Nûçeyan a Petrayê bo ku kujer bi awayekî adilane were darizandin bang li serdozgeriyê kir.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê kontrola sînorê Urdunê bidestxist
    Urdunê jî têkilîya xwe ya bi Qeterê re birî
    Wezîra Alman: Leşkerên Alman ji Încirlikê diçin Azraq a Urdunê
    Mesûd Barzanî û Fûad Masûm li Urdunê hatin ba hev
    Almanya li şûna Încîrlîkê li Urdunê li cih digere
    Etîketan:
    qedexe, têketin, balyoz, Abdullahê Duyem, Benyamîn Netenyahu, Urdun
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de