09:53 18 Tebax 2017
Zindî
    Yemen

    ‘Husiyan bi moşeka balîstîk êrişî Erebîstana Siûdî kir'

    © AP Photo/ Hani Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Hat ragihandin ku ji Yemenê moşeka balîstîk avêtin herêma Mekke ya Erebîstana Siûdî û moşek ji aliyê pergala parastina hewayî ve hat îmhakirin.

    Leşkerên Erebîstana Siûdî
    © AFP 2017/ Mohammed al-Shaikh
    Fermandariya hêzên koalîsyona Yemenê ku Erebîstana Siûdî pêşengiya wê dike di daxuyaniya xwe de got: "Husiyên Yemenê ji bo demsala hece têk bibin û bandorê li ser heciyan bikin bi moşeka balîstîk êrişî bajarê Mekkeyê kirin."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: "Moşeka balîstîk ku hatibû pekandin ji aliyê pergala parastina moşekên hewayî yên Erebîstana Siûdî ve li herêma El-Vesîle ku 69 kîlometroyan dûrî bajarê pîroz ê Mekkeyê ye hat îmhakirin."

    Fermandariyê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Mekanîzmeyeke bihêz a kontrolê ya sînorê Yemenê tuneye, lewma husî ji bo peydekirina çek û teqemeniyan baregeha keştî ya Hudeyde û keştiyên alîkariyên însanî bi kar tînin. Em bangî nûnerê taybet ê

    Yemenê li Neteweyên Yekbûyî ÎsmaÎl Vild Şêx Ehmed dikin ji bo jiayana xelkê Yemenê nekeve talûkeyê bila mudaxeleya husiyan were kirin û mekanîzmeyake bihêz a kontrole li sînor were avakirin."

    Husiyan di 12ê Îlona borî de dîsa moşekek balîstîk avêtibû Erebîstana Siûdî, moşek berî ku bigihîje Mekkeyê bi 65 kîlometroyan li hewayê hatibû îmhakirin.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara miriyên kolerayê li Yemenê gihîşt hezar û 847 kesan
    Li Yemenê leşkerekî Siûdî hat kuştin
    Generalê Yemenê: Şerê di navbera welatên ereban de bi kêrê Amerîkayê tê
    Li Yemenê hejmara mirîyên kolerayê gihîşt 859 kesan
    Li Yemenê ji kolerayê 789 kesî jiyana xwe ji dest dan
    Li Yemenê êrişa hewayî: 10 kuştî û 21 birîndar
    Etîketan:
    Husiyan moşek avête Erebîstana Siûdî, Fermandariya hêzên koalîsyona Yemenê, Erebîstana Siûdî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de